EZ "MUHEMMEDÎ" ME!

Merheba dosten min…

Merheba Cane min…

Hûn dizanin gelo, em ''Muhemmedî'' ne!

Hûn ê bêjin ''Muhemmedî'' çi ye?

MUHEMMED, Ebdê Ellah e!

Wate ji bûyina ''Ebdê Ellah'' ew e ku çawa Ellah rehm û dilovaniyê li hemû mexlûqatan dike wisa jî divê mirov heta jê tê bêyî ku cudatiyê têxe di nav xelkê de û li tefriqeyan binêre xêr û qenciyê bike.

Ew e ku mirov bê berdêl tişten di destê xwe de belav bike.

Ew e ku mirov xelkê ji ber kar û kirinên xwe yên bêhemdî tawanbar neke, gilî û lomeyan ji wan neke, wan biçûk nebîne, û heqaretê li wan neke.

Muhemmedîbûn hezjêkirin e, evîn e, rehm e, dilovanî ye. Kesê Muhemmedî xêrxwaz û dayende ye!

Em ji Elewiyan jî hez dikin, ji Sunnîyan jî, ji Tirkan jî hez dikin, ji Kurdan jî, û ji Ereban jî.

Em ji hemû ebdên Ellah hez dikin!

Heta ji me tê em xizmeta hemû ebdên Wî dikin.

Em guh nadin wan merckirinan ku xelkê ji bo berjewendiyên xwe ji xwe re çêkirine!

Dibe ku hûn di nav malbateke Kurd de hatibîn dinyayê; Dibe ku hûn di nav malbateke Tirk de hatibîn dinyayê … Dibe ku hûn di nav Elewiyan de mezin bibin… Dibe ku hûn di nav Sunnîyan de mezin bibin…

Hemû ev şert û merc dibe ku hûn mecbûrî fikrên ji derve kiribin, lê ji bo me ev tişt qet ne giring in!..

Ya ku ji bo me giringê bûyîna we ya ''ebdê Ellah''e!..

Bivê bila hûn li Tirkiyeyê hatibîn dinyayê, bivê bila li Afrîkayê, bivê bila hûn li Amerîkayê hatibîn dinyayê… Her yek ji me ebdê wî Ellahî ye!

''Muhemmedîbûn'' ew e ku mirov cudatiyê nexe di nav xelkê de; ji mirovan hez bike, li pey qisûr û kêmasiyên xelkê negere… Lewra wate ji ''Muhemmedîbûn''ê, ew e ku mirov di dilê mirovan de, di nefsa mirovan de, di şiûra mirovan de ''Ellah'' bibîne!..

Li wê xala ku hûn Ellah dibînin çawa hûn jê re secde nabîn!..

Xelk li Ke'bê xwe dikin xelekeka girover û diçin secde…

Eger em wê giroveriya Ke'bê rakin em ê bibînin ku em ji wî Ellahî re diçin secde ku di nefsa me de ye!

Ev çi qas e em dibêjin ''Ellah xwudayeke di ser me re nîne!''

Ew heyîn e ku di dilê me de ye, di şiûra me de ye, di her pirîskeka me de ye!

Hûn niha serwext bûn ka gelo ew kesê ku em jê hez nakin, xwe pê re aciz dikin, xwar û heqîr dibînin, dilê xwe jê dixelînin di eslê xwe de kî ye?

Belê dostên hêja…

Di nav me de yên zane hene, yên nezan hene…

Herkes ne mecbûr e her tiştî bizanibe… Derfeta herkesî nîne li ser hemû tiştan lêkolînan pêk bîne… Nexwe werin em xelkê ji ber ku bi tiştekî nizanin an xelet zanin biçûk nebînin, em li wan negirin, gilî û gazindan ji wan nekin!

Heta te bivê heyînên Ellah hene; heta te bivê mexlûqatên Ellah hene, û her yek jê xwediyê xwe reng û bedewiyeke cihêreng e, û xwediyê xwe qisûr û kêmasiyên cihêreng e…

Werin heta ji me tê em ligel xeletî û kêmasiyên wan ji wan hez bikin.

Siba dusiba em ê ji vê dinyaya xerîb bar bikin herin…

Emrê me wê çûyî gihiştî pêncî yâ… 3-4 sal ji emrê me maye an nemaye… Piştî ku em mirin û çûn hema xweyîxêrek tenê jî derkeve û li ser me sê Qulhuwellah û Fatheyekî bixwîne û bejê “Ellah jê raziybê” ew bes e ji me re… Lê eger tu kes dernekeve heyfa wî emrî…

Çendîn kesên dewlemend, çendîn mîr û beg, çendîn serokdewlet di dema xwe de her çi kiribin kirin, û niha hemû tiştên xwe li şûn xwe hêştin û ji nav me bar kirin çûn.

Heft xwezî bi wan ku îro bi qencî behsa wan tê kirin… Û ji xwe yên ku îro li pey xwe tu kesê ku bi qencî behsa wan bike nehêştine jî bêguman niha di nav êş û azareke giran de ne.

Mafê tu kesî nîne tu kesî ji ber tiştên bêhemdî tawanbar bike. Û ji xwe mezintirîn xeletî jî ew e ku mirov kesekî ji ber tiştekî ku ne bi destê wî çêbûye tawanbar bike an biçûk û heqîr bibîne.

Madem ku her yek ji me bi vê rastiyê dizane nexwe çima em dibêjin; ''ev Tirk e, ev Kurd e, ev Ereb e, ev Mitirb e, ev Laz e, ev Çerkez e'' û bi vî rengî bi şiroveyên xelet xelkê tawanbar dikin.

Ka insanetî ev e qey?..

Em di ebediyetê de, di ilmê Ellah de hatine afirandin û niha heta demekî li ser rûyê erdê dijîn… Û kî zane belkî siba belkî zûtir em ê ji vê dinyayê bar bikin herin…

Li vê dinyaya ku her yek ji me tê de mêvan e, çima em dilê hevdu ji hev bihêlin, çima em dinyayê ji hevdu re teng bikin, ji bo çi em hevdu biêşînin?...

Eger hûn dixwazin Îslamê fêhm bikin, berê xwe bidin Mewlana… Berê xwe bidin Yunus Emre… Berê xwe bidin Haci Bektaşê Welî… Berê xwe bidin Ahmed Yesewî…

Hingî stêrkan ehlê menewîyatê û ehlê sirrê hene mirov dikare ji xwe re bike nimûne!...

Yên ku Îslamê temsîl dikin ew in!...

Yên ku Muhemmediyetê temsîl dikin ew in!...

Guh nedin wan kesên ku dibêjin te stûyê xwe xwar kiriye, te qutikê milkurt wergirtiye, te li ser nimêjê de kumik nedaye serê xwe û bi vî rengî we gunehkar dikin. Na haya wan ji Îslamiyetê tune!..

Eger hûn dixwazin Sîstema Fikriyata Îslamê û ruhê Îslamê fêhm bikin, divê hûn berê xwe bidin wan kesan ku ehlê Ellah in û di dil û ruhê wan de ew menewiyata mezin heye!

Îcar ji ber vê yekê dema ez dibêjim ez Muhemmedî me! Ez dixwazin bêjim ku; ''yek ji wan kesan jî ez im ku bêyî ku li mezheb û terîqet û baweriya xelkê binêrim bi rehm û dilovanî berê xwe didim xelkê''…

Kalikê Muhemmed Mustefa jî Îbrahîm Nebî bû.

Ez ê ji we re qiseta ka Wî bêjim û axaftina xwe li vir biqedînim…

Wek hûn dizanin Îbrahîm Nebî bi camêri ya xwe û merd buna xwe bi nav û deng e!...

Dibêjin tu carî tenê rûnedinişt ser sifrê û tenê xwarin nedixwar.

Êvarekî dîsa sifreya xwe daniye. Lê tu kes bi ser de nehatiye. Hawara xwe gihandiye Rebbê xwe…

''Yarebbî ez li ser sifrê dîsa tenê mam! Tu bi qedrê mezinaya xwe kî mêvanekî bişîne ser sifreya min…''

Cenabê Heq duaya Îbrahîm qebûl kiriye…

Wê gavê ji nişka ve dengek hatiye ji derve…

''Malêê kes tune qey?''

Zû ji cihê xwe hilpekiyaye Îbrahîm, çûye jê re derî vekiriye.

Jê re gotiye ''Tu bi xêr hatî''… ''Ka kerem ke… Mêvanê ezîz… Ji piya nemîne, kerem ke rûne''…

Bi hev re rûniştine, malhazirî çi hebe danîne ser sifrê….

Îbrahîm Nebî gotiye ''Bismillah'' û destê xwe biriye ser xwarinê…

Zilam jî destê xwe dirêj kiriye, qetek nan ji xwe re jê kiriye…

Îbrahîm jê maye heyirî û jê re gotiye ''Bêje Bismillah! Bi navê Ellah destpê bike!.. Bi navê Wî yê ku ev nîmet daye me!''…

Zilamê pîr ku riha wî dihat heta ser singê, dibêje ''Ez'', ''Rebbê te nas nakim.. Ew kî ye?''..

Îbrahîm eleyhîsselam jê re gotiye ''Qisûrê efû bike!''… ''Vî rizqê ku Ellah daye me ez nikarim bi yekî wekê te re ku Ellah nas neke û wî înkar dike parve bikim!''…

Zilamê pîr jî gotiye ''baş e tu çawa zanî bila wekê te be'' û ji ser sifrê rabûye.

Derketiye ji derve wê gavê ev wehî ji Îbrahîm re hatiye:

''Waa Îbrahîm!... Ev sed sal in ez rizqê wî ebdê xwe yê ku min nas nake didimê, min carekî ji ber deriyê xwe nekiriye der; îcar tu çawa radibî wî ebdê min ji ber deriyê xwe vedigerînî!..''

Cihde rabûye ser xwe, bi pey zilamê pîr de ketiye Îbrahîm.

Jê re gotiye; ''Heyran ka were, tu yê bi kû ve herî.. Ji ber te Rebbê min erza min şikênand.''

Zilamê pîr şaş maye û gotiye; ''Xêr e!..'' ''Te çi ji min divê dîsa?''

Îbrahîm jê re gotiye Rebbê min ji min re ferman anî û got: ''Ev sed sal in ez rizqê wî ebdê xwe yê ku min nas nake didimê, min carekî ji ber deriyê xwe nekiriye der; îcar tu çawa radibî wî ebdê min ji ber deriyê xwe vedigerînî!..'' Heyrana çavên te, ''Were rûne ser sifrê, em bi hev re xwarina xwe bixwin…''

Zilam gotiye ''Rebbê te ev ferman ji te re anî?''..

Û lê zêde kiriye; ''Eger wisa be Rebbê te Rebbek mezin û bilind e!.. Min bawerî bi Rebbê te anî!''…

….

Em ji nifşa Îbrahîm in!..

Em ji nifşa Muhemmed Mustefa ne!..

Em Muhemmedî ne!...

Nexwe werin etîketa me her çi be; em ji hev hez bikin, em dilê xwe ji hev re vekin, û em ferqu meylê nekin…

 

AHMED HULÛSÎ
Stembol, 1993